Hêmin Hewramî: Merc nîne posta serokomariyê bo YNKê be

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Serkirdatiya PDKê, Hêmin Hewramî ji Rûdawê re got, piştî hilbijartinan, çend serkirdeyên Iraqê, ji wan Emar Hekîm û Hadî Amirî û çend aliyên din pêwendî bi PDKê û Serok Barzanî re kirine.

 

Hêmin Hewramî dibêje, girîng e ku aliyên Kurdistanî li ser hejmareke xalên hevbeş rêk bikevin, daku piştre li gel aliyên Iraqî gotûbêjên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê bikin.

 

Hewramî amaje bi posta serokomariya Iraqê jî kir û got, posta serokomariya Iraqê pişka Kurd e û dê bo kurdan be, lê belê merc nîne ku ji bo Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) be.

 

Li ser heman mijarê, endamê serkirdatiya YNKê Arêz Ebdullah jî ji Rûdawê re axivî û ragihand, ji bo aliyên Kurdistanî baştir e ku posta serokomar li cem YNKê bimîne.

 

Arêz Ebdullah got, pêştir ew post li cem YNKê bûye û di vê bareyê de me ezmûneke baş heye, lê belê ev post û postên din jî divê bi rêkevtina hemû aliyên serkevtî be.

 

Wî berpirsê YNKê herwiha hêvî kir, ku hemû aliyên serkevtî yên hilbijartinan pêkve ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê biçin Bexdayê û dibêje: “Lê belê divê li Kurdistanê jî zemîne bo wê komdengiyê çê bibe û guh li hemû dengên ciyawaz were girtin, nabe ku li Bexdayê daxwaza yekrêziyê were kirin, lê belê li Kurdistanê zemînesazî bo wê yekrêziyê nebe. Eger mijara nerazîbûna li ser encamên hilbijartinan, me jî gotina xwe heye, lê belê yekdengiya Kurd li Bexdayê gelek pêwîst e.”

 

Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan ku komîsyona bilinda serbixwe ya hilbijartinên Iraqê belav kiriye, li Herêma Kurdistanê, PDK hêza yekemîn a serkevtî ye û heta niha 27 kursî misoger kirine, YNK jî bi misogerkirina 17 kursiyan duyem e.

 

Herwiha şeş aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Tevgera Goran, Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadperwerî, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê û Partiya Komonîst a Kurdistanê ji encaman nerazî ne û encamên hilbijartinan bi giştî red dikin.

 

Ew şeş alî dibêjin, saxtekarî di encamên hilbijartinan de hatiye kirin û daxwaza dubare sazdana hilbijartinan dikin.