Mistefa Hicrî: Di hilbijartinên Îranê de ji kurdan re ti tişt nîne

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê PDK-Î Mistefa Hicrî diyar kir, ku partiyên Rojhilatê Kurdistanê liser mijara boykotkirina gel a hilbijartinan hevdeng in û got: “Eşkere ye, ku di van hilbijartinan de ji kurdan re ti tiştek nîne.”

 

Roja Çarşemê 17-05-2017, Navenda Lêkolînên Rûdawê, li Hewlêrê bi beşdarbûna serokê partiyên Rojhilatê Kurdistanê, panelek derbarê hilbijartinên Îranê de sazkir.

 

Sekretere Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hicrî di panelê de axivî û got: “Gelê Kurdistanê gihiştiye wê baweriyê ku sozên Komara Îslamî ya Îranê ne cihê baweriyê ne û eşkere ye, di van hilbijartinan de ji kurdan re ti tişt nîne.”

 

Hicrî amaje bi wê yekê kir, ku Komara Îslamî ya Îranê ji dengê gel û herwiha pirrengiya gelan bawer nake û destnîşan kir: “Lê rejîma Îranê şanoyekî pêşkeş dike da ku ji cîhanê re bêje rejîmekî demokratîk e.”

 

Derbarê namzetên hilbijartinê de Mistefa Hicrî da xuyakirin: “Berbijêrên vê xula hilbijartinê ew kes in, ku di 40 salên dawiyê de, rolawan di wan nexweşiyan de hebûye, ku biser gelê kurd de hatine.”

 

Sekreterê PDK-Î Mistefa Hicrî balkişande ser wê yekê, ku namzetên serokomariyê ne namzetên gel in û ji aliyê rejîmê ve hatine hilbijartin, ji gel jî dixwazin deng bidin wan.

 

Hicrî got: “Namzetên serokomariyê nikarin behsa hemû tiştekê bikin. Li Îranê ti desthilatekî serokomaran jî nîne. Jiber ku desthilat hemû di destê rêberên Îranê de ye.”