DÊRSÎM - PKKê maşînên barhilgir şewitand parêzgariyê rê girt

Dêrsîm (Rûdaw) - Şeva 13ê Gulanê li devera Hêga Derg endamên PKKê du maşînên barhilgir şewitandin. Tê îdîakirin ku endamên PKKê bi hinceta ku fîrmaya van kamyonan çek û cebilxane ji DAIŞê re biriye, ew şewitandine.

 

Piştî şewitandina wesayîtan, Parêzgariya Dêrsîmê li ser rêya Dêrsîm-Ezirganê hatûçûna kamyon û maşînên barhilgir qedexe kir.

 

Ajokar û maşînên wan li nêzî Cemxaneya Dêrsîmê, li ber xala pişkinînê ya leşkeran hatine rawestandin.

 

Ji bajarên jêr ber bi bajarên jor ve rêgeha Dêrsîm-Ezirganê kurtirîn riya bejahî ye.

 

Ajokarekî ji Rûdawê re got: “Ji roja Şemiyê ve em li vir dane rawestandin. Ger ne ji vê rê be, lazim e bi ser Çewlîg-Kanîreşê ve biçin. Hingê jî riya me 400-500 kîlometir dirêj dibe. Ez barê xwe dibim Erdexanê, hinek hevalên me dibin Ezirganê, hinek dibin Tirabzonê. Ger em riya dirêj bi kar bînin, kar û qezenca me namîne.”

 

Barên van maşînan bi piranî ji ka, ce û hesin pêk tê. Ajokar barên ku ji bajarên Riha, Edene, Mêrsîn û Antaykayê bar kirine, bi piranî vediguhezînin Erzîngan, Qers, Îdir û Tirabzonê.