Nivîskarê Baskî: Kurd xwedî derfeteke dîrokî ne

Barcelona (Rûdaw) – Şerên li Sûriyê û Iraqê, Kurd derxistina sehneya cîhanî û li gorî pisporekî ji Îspanyayê, ev yek derfeteke dîrokî ye ku Kurd xwe bi cîhanê bidin nasandin.

 

Dîroknas Manuel Martorell ku bi Rûdawê re li ser pirtûka xwe ya nû "Kurdos" axivî, dibêje "Kurd di demeke dîrokî ya bê mînak re derbas dibin."

 

Martorell got, "Ev yekem car e hêzên cîhanî Amerîka, Rûsya û Yekîtiya Ewrûpayê girîngiya Kurdan li Rojhilata Navîn nasî." Li gorî wî, dîsa yekem car e ku cîhan agahdarî "rêça maqûl û sekuler ya Kurdan" di şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) û komên din ên cîhadî dibe.

 

Nivîskarê bi esl Baskî dibêje, ku "heta niha hêzên cîhanî piştgiriya dîktatoriyan û tevgerên îslamî dikir. Vêga ew têdigihin ku plana federaliya Kurdan li Rojhilata Navîn, ji bo Rojhilateke Navîn ya cihêreng di çand û olê de, rêya çareseriyê ye."

 

Di pirtûka xwe de Martorell rave dike ku çima gelê Kurd -ku pirranî misilman in, îro pêşengiya şerê li dijî DAIŞê û tevgerên din ên cîhadî dike. Ew dibêje, "bi vê pirtûkê ez dixwazim aşkera bikim ku Îslama Kurd dijîn bi demokrasiyê re digunce û dikare bi olên din û çandên din re bijî. Ev tiştek e ku kurd her car piştgiriya wê kiriye."

 

Pirtûk herweha guherînên çend dehsalên dawîn li Iraq, Îran, Sûrî û Tirkiyê ku radixîne ber çav.

 

Beşek bi taybet li ser hovîtî û nîjadkujiya DAIŞê li dijî Êzidiyan e.

 

Martorell herweha Serokomarê Tirk, Tayyip Erdogan "bi paqijiya nîjadî" li dijî Kurdan tawanbar dike.

 

Berga pirtûkê wêneyê şervaneke Kurd e ku bi telîkên xwe remza serfiraziyê çêkiriye.

 

Li ser wî wêneyî, nivîskar dibêje weşanxaneyê ji ber populeriya asta cîhanî ya jina Kurd bijartiye.

 

Şerê jina Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, nêrîna li ser jina Rojhilata Navîn guhert.

 

Pirtûka "Kurdos" (Gelê Kurd) ji aliyê weşanxaneya Catarata ve, meha Adarê hate belavkirin.

 

Nivîskar Martorell xwedî çend pirtûkên din ên li ser Kurd û Kurdistanê ye.

 

Los kurdos: historia de una resistencia (Kurd: Dîroka Berxwedanekê), Kurdistan, el complot del Silenci (Kurdistan, Komploya Bêdengiyê), Kurdistán: viaje al país prohibido (Kurdistan: Geştek li Welatê Qedexe), Estos son los kurdos: Análisis de una nación (Ev in Kurd: Analîza Neteweyekî); hinek ji pirtûkên wî yên bi zimanên Katalanî û Îspanyolî ne.

 

Sala 2010an, Martorell wergera xwe ya çîroka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî bi zimanê Baskî weşand.