HEWLÊR - Ji Barzanî ragihandina serxwebûnê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi amadebûna berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek siyastmedar, nivîskar û rewşenbîrênî, bi helkefta derbasbûna 100 salî bi ser Peymana Sykes-Picotê de, ahengek hat lidarxistin.


Li Hewlêrê bi dirûşma “sed sal derbas bû bê dewletî bes e / Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî em ligel te ne ji bo ragihandina serxwebûnê” konserek ji Aliya Dezgeha Şivan Perwer a Hewlêrê hat lidarxistin.


Beşdarên konserê bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kirin ku dewleta Kurdistanê rabigihîne û pispor jî dibêjn pêwîste kurd dersekê ji 100 salên borî werbigre.

 

Sedsaliya Sykes-Picotê di vê konsêrtê de weke cejinekê birêve çû ji ber ku ev peyman ji aliyê yasayî ve bidawî hat.