Li Kobanî ofîsa polîsên leşkerî hat vekirin

 

Kobanî (Rûdaw) - Desteya Parastinê ya Kanotna Kobanê ofîsa polîsên leşkerî vekir.

 

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen ragihand, ji bo rêgirtin li pêş tevlîheviyên ku bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanê tên kirin, wan ofîseke leşkerî vekirin.

 

Şêx Hesen herwiha got hin kes cilên YPGê li xwe dikin û gelek tevleheviyan li Kobanê û gundên wê çêdikin û welatiyên Kobanê jî nerazîbûnên xwe li hemberî van rêbazan nîşan didin û ji ber vê yekê dê ofîs xizmeta xelkê bike.

 

Hesen di dawiya axaftina xwe de anîn ziman ku ji ber Kobanî gelek avahiyên wê wêran bûne dê di demê pêş de navendeke Polîsên Leşkerî li Kantona Kobanê bê vekin.