Melayê bajarê Pawe gazindan ji xelkê Helebcê û rayedarên Başûr dike

Kirmaşan (Rûdaw) – Mela û pêşnimêjê bajarê Pawe yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê ji rayedarên Başûrê Kurdistanê xwest, hewlên zêdetir bidin da ku kîmyabarana Helebcê ji aliyê Netewên Yekbûyî ve were tomarkirin û pejirandin.

Li gorî ajansa Mehrnewsê ya îranî, îro komek ji welatiyên Başûrê Kurdistanê ku piranî xelkê bajarê Helebcê bûn, serdana goristana xizm û mirovên xwe kirin ku di encama kîmyabarana Helebcê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî nûçeyê, wan malbatên Helebceyî beriya ku serdana goristana xizm û mirovên xwe bikin bi mela û pêşnimêjê bajêr mela Qadir Qadirî kirin û pê re rûniştin.

Di hevdîtinê de mela Qadir hevxemiya xwe bo wan malbatan nîşan da û got, di dema kîmyabarana Helebcê ji aliyê rêjîma Beis a Iaqê ve xelkê bajarê Pawe û parêzgeha Kirmaşanê alîkariya xelkê Helecê kirin, îro dîsa jî em bi wan birayên xwe re peyama dostaniyê girêdidin.

Mela Qadir Qadirî, anî ziman ku dîrokê nîşan daye ku xelkê devera Hewran li aliyê sînorê her du welatan her dem alîkariya hev kirine û ji hev re bûne sitar.

Pêşnimêjê Pawê gazinde ji xelkê Helecê kir ku xebat û alîkariyên bajarê Pawe û devera Hewraman di çêkirina Monomênta Helebcê de jibîr kirine û ji rayedarên Başûrê Kurdistanê jî xwest, hewlên zêdetir bidin da ku NY kîmyabarana Helebcê bi fermî qebûl bike.

Tê zanîn, di encama karesta kîmyabarana Helebcê de ku roja 16ê Adara 1988an ji aliyê rêjîma Beis a Iraqê ve pêk hat, herî kêm 5 hezar kes mirin û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.