ERZIROM – Li zanîngehê pevçûn: Birîndar hene

17-04-2024
Nîşan Erzirom Zanîngeh Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Zanîngeha Ataturkê ya Erziromê du grûp pev çûn û 4 kes birîndar bûn.

Bûyerê derengiya şeva borî li şevîmana zanîngehê rû da.

Li gorî agahiyan, di nav kesên ku bi hev çûne de xwendekarên zanîngehê jî hebûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê pevçûnê.

Tîman birîndar bi ambulansan veguhestin nexweşxaneyên li bajêr.

Polîsan li cihê pevçûnê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin û li ser bûyerê 10 kes desteser kirin.

Li hêla din, li ser sedema pevçûnê ti agahî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst