Li Urmiyeyê welatiyek hat îdamkirin

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Urmiye Bidarvekirin Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê welatiyek bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hat îdamkirin.

Afşîn Bax Şîrînê 39 salî yê ji bajarê Kengewerê yê Kirmaşanê li Urmiyeyê hat bidarvekirin.

Ew rojek beriya bidarvekirinê bir hucreyeke yekkesî û 13ê Nîsanê hat îdamkirin.

Afşîn Bax Şîrîn 6 sal berî niha li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta qaçaxçitî û bazirganiya madeyên hişbir ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû desteserkirin.

Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê piştre cezayê bidarvekirinê li wî birî.

Li gorî ajansa Rêxistinên Mafên Mirovan a Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di 3 mehan de 114 kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bidarvekirin.

Rêxistinê ragihand ku par 823 girtî ku 151 jê Kurd in, di girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de hatine bidarvekirin.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty), Îran piştî Çînê di rêza duyemîn a herî zêde ya bidarvekirina salane de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst