Şirnex: Dadgehê biryar li ser efserê ku destdirêjî li jinekê kiribû da

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Baroya Şirnexê Çawişê Pispor Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerê ku li parêzgeha Şirnexê destdirêjî li jinekê kiribû û piştre xelkê li wî dabû bi biryara dadgehê hat girtin.

Hefteya borî li taxa Dîcleyê ya Şirnexê çawişê pisporê artêşa Tirkiyeyê yê bi nave Z.Ç destdirêjî li jinekê kiribû.

Piştî ku xelkê Şirnexê bi bûyerê hisiyan li leşkerê navborî dabû û ew birîndar kiribûn.

Dadgeha Şirnexê li ser bûyerê lêkolîn dabû destpêkirin û Z.Ç bi tohmeta destdirêjiyê hatibû desteserkirin.

Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku ew leşkerê artêşa Tirkiyeyê bi tohmeta “destdirêjiya seksî” ji aliyê dadgehê ve hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst