Serokwezîrê Iraqê: Hinartina petrola Kurdistanê vê hefteyê dîsa dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku SOMO dê careke din ligel aliyên ku petrola Herêma Kurdistanê dikirin re rûnên. Sûdanî herwiha eşkere kir ku di vê hefteyê de hinartina petrola Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê dest pê bike.

Li Herêma Kurdistanê milyonek û 251 hezar fermanberên ku mûçe werdigrin hene. Li gorî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, li hember dahata petrola Herêma Kurdistanê ku ji derve tê hinardekirin, bûdceyek bo Herêma Kurdistanê tê terxankirin.

Piştî biryara Dadgeha Navbeynkariyê ya Navdewletî ya Parîsê, di dawiya meha Adarê de hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê rawestiyabû.

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudanî ku bû mêvanê bernameya “Rûdawa Îro” ya Rûdaw TVyê ku Nwêner Fatih pêşkêş dike û diyar kir ku dabînkirina mûçeyên xelkê Kurdistanê erkê serekî yê hikûmeta Bexdayê ye û tekez kir, ku ew pabendî rêkeftinên di navbera her du aliyan de ne.

Sudanî dibêje “Erkê serekî yê hikûmeta Iraqê ye ku mûçeyê welatiyên me yên Herêma Kurdistanê dabîn bike.” Heriwha Sûdanî tekez kir ku di vê mijarê de tu astengî çênabe.

Sûdan li ser hinartina petrola Kurdistanê jî got “Şîrketa Bazirganiya Petrola Iraqê (SOMO) dê îro bi kiriyarên petrolê re girêbestekê îmze bike û di vê hefteyê de hinartina petrolê dê dîsa dest pê bike. Tenê pirsgirêkên teknîkî mane, ji bo jinûve hinardekirinê wê ji hikûmeta Tirkiyeyê re name bê şandin.

Li gor zanyariyên ku ketine destê Rûdawê, rawestandina herikîna petrolê ji Kurdistanê bo sê hefteyan bûye sedema ziyana nêzîkî 500 milyon dolarî.

Serokwezîrê Sûdanî got jî dê di heyama pêş de dînar li hember dolarê Amerîkî biha bibe.

Li aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê dê roja sêşemê li gel kompaniyên petrolê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, bicive û derbarê destpêkirina berhemanîn û hinartina petrolê de gotûbêjan bike.