Li ba xelkê Erzincanê bûye adet ku fitara xwe bi ava Tirşavê vekin

17-04-2023
RÛDAW
Di meha Remezanê de gelek kes berê xwe didin Tirşava Erzinganê
Di meha Remezanê de gelek kes berê xwe didin Tirşava Erzinganê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzînganê li Bakurê Kurdistanê çavkaniyek heye ku xelkê deverê navê Tirşavê lê kirin. Ava madenê ye û tameke wê a taybet heye. Di meha Remezanê de daxwaza li ser wê avê zêde dibe û xelk li ber wê çavkaniyê dikeve dorê.

Li cem xelkê Erzincanê bûye adet ku fitara xwe bi wê Tirşavê vekin. Rêjeya sodayê û mîneralan di wê avê de zêde ye û xelk di wê baweriyê de ye ku ev av ji bo tendurustiya wan gelekî baş e, hêzê dide bedena wan û xwêya ku ji ber rojiyê di bedenê de kêm dibe, careke din li laş vedigerîne.

Welatî Onur Uluçinar got: “Gelek tişt li ser vê avê tên gotin. Ez ji zarokatiya xwe ve têm vir avê dibim, sodê wê gelek zêde ne. Berê ez bi paskîlê dihatim min av dadigirt û dibir niha ez bi otomobîla xwe têm ava xwe dibin. Bi taybet di remezanê de fitar bê ava eşkîsu nabe."

Gola Tirşav 14 kîlometreyan ji navenda Erzînganê dûr e.

Xelkê bajêr dibêjin ew av bo tendirustiyê baş e û bedena mirov bihêz dike. Ji ber mîneralên ku di wê avê de hene ew xwêya ku welatî di rojiyê de winda dikin di demek kurt de li laş vedigerîne.

Welatiyek din jî dibêje: “Ji bo tendirustiyê baş e, hezimmkirinê hêsantir dike. Gorçikê pak dike û kevirên li ser gorçikê nahêle, teybetmendiyên xwe ev in. Di jiyana me de xwedî cihek giring e bêyî wê nabe. Yê vexwarî dizane çiqas başe."

Bo birina Tirşavê, ne tenê xelkê vî bajarî tê vir. Her wiha ji bajarên derdûr jî xelk berê xwe didin vê golê û avê didin bo fitarê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst