Buldan: Em dê piştî cejnê eşkere bikin ku piştevaniya kîjan berbijêrî bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ragihand ku ew dê piştî cejnê eşkere bikin dê di hilbijartinên 14ê Gulanê yên Serokkomariyê de piştevaniya kîjan berbijêrî bikin.

Kêmtir ji mehekê bo hilbijartinên giştî yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê mane. Di 14ê Gulanê de xelk diçin ser sindoqan, lê hîn helwesta HDPê ya li ser berbijêrê Serokkomariyê ne zelal e ku bi nave Partiya Çepên Kesk beşdarî hilbijartinan dibe.

Hevseoka HDPê Pervîn Buldan roja Dûşemê 17ê Nîsana 2023an li navçeya Siwêregê ya Rihayê di merasîma vekirina ofîsa hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk (YSP) de axivî û got ku ew dê piştî cejnê eşkere bikin ku dê di hilbijartinên 14ê Gulanê yên Serokkomariyê de piştevaniya kîjan berbijêr bikin.

Buldan amaje bi girîngiya  hilbijartinên vê carê yên Bakurê Kurdistan û Tirikiyê da û got: “Di 14yî Gulanê de hilbijartineke dîrokî tê kirin. Dê hem Serokkomar û hem jî Parlamento bê diyarkirin ku çarenivîsa vî welatî diguherin. Jib o destpêkeke nû ew kesên ku li vê welatî tune tên hesibandin ji bo ku welat ji nû ve biguherin deng didin û di hemena dem de di navbera aşitî û faşîzm û demokrasiyê de jî hilbijartinek tê kirin.”

Pervîn Buldan got: “AKP ev 21 sal in hemû nehiquqî kirin. Îro girtîgeh tije siyasetmedar, akademîsyen û şaredar bûne ku li şûna wan qeyûmn hatine damezrandin. Em dê di 14ê Gulanê de hesabê vê bipirsin.”

Hevseroka HDPê  li ser polîtîkayên  derbarê Kurdan de rexne li deshilatê girtin û got ”Bi tinehesibandina Kurdan û qedexekirina zimanê wan ev 21 sal in hewil didin welat bi heman zîhniyetê birêvebibin. Niha jî Erdogan di mîtîngên xwe de dijmindariya zimanê Kurdan û dîroka wan dike. Dibêje “hûn çiqas Kurd bin em jî ewqas Tirk in.” Belê em Kurd in û şanaziyê bi Kurdiniya xwe dikin. Li Iraq, Tirkiye û Rojava em Kurd in. Em dê bi we bidin windakirin. Em dê nîşanî we bidin ku Kurd dê di 14ê Gulanê de bi we bidin windakirin.”