Li Efrînê erebekî hawirde motorsîkleta welatiyekî Kurd dizî

17-04-2023
RÛDAW
Dizîna motorsîkleta welatiyekî Kurd li Efrînê.
Dizîna motorsîkleta welatiyekî Kurd li Efrînê.
Nîşan Efrîn Rojava Dizî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di kontrola Tirkiyê û komên çekdar de ye, erebekî hawirde motorsîkleta welatiyekî Kurd ji cihê karê wî dizî.

Çavkaniyekê ji wê malbata Kurd ku dizî lê hatiye kirin, ji Rûdawê re da zanîn ku bûyera diziyê roja 11ê Nîsanê çêbûye û erebekî hawirde motorsîkleta welatiyê bi navê Mihemed Hisên Reşad diziye. ji cihê karê

Heman çavkaniyê dîmenê bûyera diziyê jî ji Rûdawê re şandiye û diyar kir, erebê hawirde motorsîkleta Mihemed Hisên Reşad li cihê karê wî li bajarê Efrînê li ser riya Raco diziye.

Bi gotina çavkaniya navborî, tevî ku dîmenê bûyera diziyê bi kameraya çavdêriyê hatiye kişandin, lê heta niha kesê dizek nehatiye girtin û motorsîklet li xwediyê wê nehatiye vegerandin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst