Dronek li nêzîk Hêzên Pêşmerge kete xwarê

Hewlêr (Rûdaw) – Li devera Zûrgeziraw li nêzîk bajarokê Qoştepe ya Hewlêrê, dronek li nêzîk Hêzên Pêşmerge kete xwarê. Fermandarekî Pêşmerge ji Rûdawê re got, ji ber ketina dronê ti zirar çênebûne.

Li gor agahiyên Rûdawê, dron bi dûriya 500 metreyan ji baregeha Hêzên Pêşmerge yên li Zûrgeziraw a nêzîkî Qoştepeyê ketiye û droneke leşkerî ye.

Fermandarê Fewca 3 a Lîwaya 2 a Wezareta Pêşemrge ya Herêma Kurdistanê, Eqîd Hesen Mihemed Sûr derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand: “Şeva bihorî em agahdar bûn ku dronek li esmanê deverê digere. Me aliyê jor xwe agahdar kir, dron bi şev kete xwarê.”

Ew fermandarê Hêzên Pêşmerge dibêje, ji bo parastina jiyana pêşmergeyan, ew heta berê sibê neçûne cihê ku dron lê ketiye. Eqîd Hesen Mihemed Sûr herwiha got, “Ne xuya ye ku dron a kîjan welatî ye û ti nîşaneyeke wiha jî li ser tune ye ku pê were naskirin.”

Cihê ketina wê dronê li Zûrgezirawê derdora 500 metreyan ji baregeha Fewca 3 a Hêzên Pêşmerge dûr e. Ev dever dikeve navbera Qoştepe û Dûbizê û ji bilê hêzên Fewca 3 a Wezareta Pêşmerge, li nêzî wî sînorî hêzên Zêrevanî û herwiha hêzên Iraqê jî hene.

Ketina wê dronê li nêzîk bajarokê Qoştepe ya Hewlêrê di demekê de ye ku roja 7ê Nîsanê jî droneke bombekirî li sînorê gundê Botiya ya Duhokê ketibû xwarê. Di wê bûyerê de jî ti zirar çênebûbûn.

Li gor şopandinên Rûdawê, ew şeşemîn dron bû ku di şeş mehên bihorî de li sînorê Duhokê ketibû xwarê.