Mesrûr Barzanî: Em tu carî nikarin bibin şirîkê xiyanet û gendeliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Em tu carî nikarin bibin hevparê xiyanet, gendelî, teror, tirsandin, standina xeracê yan jî bikaranîna mirovan ji bo berjewendiyên xwe”. Mesrûr Barzanî got, “Em bi hêvî ne ku Herêma Kurdistanê di warê aborî de ber bi paşerojeke geştir ve biçe. Herêmeke me ya bi îstîqrar heye û dê aramtir bibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh di 25mîn roja Remezanê de li bazara Hewlêrê xwarinek pêşkêşî esnafan kir û di gotarekê de behsa rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de spasiya Hêzên Pêşmerge kir û pesnê rola şehîdan da û got: “Em li ser navê we hemûyan spasiya Pêşmergeyên qehreman dikin ku bi saya em dikarin bi aramî bijîn û li cihekî wiha li hev kom bibin. Em bejna xwe li hember hemû şehîdan û malbatên wan ên serbilind ditewînin û em deyndarê wan in. ”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Me her hewlek da ku em di xizmeta we de bin. Bêguman dijminên me ji bo ku em xizmeta we nekin û negihêjin armancên xwe, her tiştî dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi aramî û istiqrara li Herêma Kurdistanê kir û got: “Tiştê ku cihê şanaziyê ye ew e ku Kurdistan cihekî aram e, ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, lê ji bo gelên din ên navçeyên Iraqê yên ku tên Herêma Kurdistanê.”

Derbarê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Cihê destxweşiyê ye ku em dibînin Kurdistan cihê pêkvejiyana ol û neteweyên cuda ye. Ev yek cihê şanaziyê ye û divê hûn bi xwe şanaz bin ku we kariye hûn bibin beşek ji Kurdistanê û xelk jî berê xwe bidinê.”

Di warê siyasî de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hin peyam dan û ragihand: “Em hewl didin aramiya siyasî li Iraq û Kurdistanê pêk bînin. Em hertim ligel wan aliyan bûne ku daxwaza yekrêziya hemû hêzên nîştimanperwer dikin ku armanca wan parastina Herêma Kurdistanê ye û baweriya wan bi xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê heye. Bawer bikin ku em dikarin bi hev re xizmeta hemû çîn û olan bikin. Baweriya wan hebe ku têkoşînê li dijî gendeliyê bikin. Em her tim bi van partiyan re yek in, lê tu carî em nikarin bibin şirîkê xiyanet, gendelî, teror, tirsandin, wêrankirin û bikaranîna gel ji bo berjewendiyên xwe.”

Di warê aborî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Spas ji Xwedê re, hêviya me zêdetir e ku Herêma Kurdistanê ber bi asoyeke geştir ve biçe, herêmeke me ya aram heye û dê aramtir bibe.”

Derbarê rêkeftinawê dawiyê ya Hewlêr û Bexdayê de jî ku li ser pirsa petrola Herêma Kurdistanê hat kirin, Mesrûr Barzanî got: “Me hemû hewlên xwe daye ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe ligel hikûmeta navendî ya Bexdayê. Niha em gihîştine qonaxa dawî ya rêkeftina ku me bi Iraqê re îmze kiriye, ez hêvî dikim ku ev yek ji bo alîkariya aborî gelekî alîkariya we bike. Ez dizanim ku piraniya bandora aborî li ser milê we ye, çi bazirgan, çi karker û pispor bin. Ji ber wê jî em hemû hewlên xwe didin ji bo baştirkirina rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir:“Gelek binesazî yan sazî nebûn, me hewl da wan saziyan ava bikin. Bandora gelek ji wan dibe ku niha xuya nebe, lê dê piştî demeke din bandorên wan hewldanan jî xuya bibin. Em di wê baweriyê de ne ku em dikarin Kurdistanê ber bi asoyeke geştir ve bibin û hemû hewlên me ji bo jiyaneke baştir û geştir ji bo we ye. Hêviya me ew e ku hûn jiyanek xweştir û rehettir hebin.”