Hefteyek e herdu kampên Xazir û Hesen Şamê bê elektirîk in

17-04-2023
Helebja Sadon
Hefteyek e herdu kampên Xazir û Hesen Şamê bê elektirîk e
Hefteyek e herdu kampên Xazir û Hesen Şamê bê elektirîk e
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ev hefteyek e li herdu kampên Xazir û Hesen Şamê li Hewlêrê ku koçberên Iraqî dimînin bê elektirîk in.

Hefteyeke herdu kampên Hesen Şam û Kampa Xazir ên penaberên Iraqê bê karebe mane.

Gelek malbatên ji Mûsilê ji ber şerê DAIŞê yê li ser bajarê wan niha li Kampa Hesen Şamê dimînin. Heftiyek e koçberên li kamoê fitara xwe di tariyê de dixwin.

Koçber Selwa Bekir dibêje: “Min 15 zarok hene, hemûyan pêwîstiyên xwe hene. Ev kurê min di dergûşe de ye û ji ber tariyê bi şevan dike girî. Em nikarin bi şevan tu karî bikin. Sibe dê bibe havîn, ne splît û ne ava sar hebe, ma ev jiyan e. Niha me xwarin xwar û me li wir danî, sibe eger zarok vê xwarinê bixwin, dê jehrî bikevin.”

Koçber Welîd Ziyad jî dibêje: “Em nêzîkî 30, 40 ciwan in li hev kom dibin û pereyan kom dikin. Yê 500 dînarî bide û yê hezar dînarî bide. Em gaze dikirin û miwelîdeyê hildikin. Her kesê mobayil hebe yan pîl hebe em ji bo wî tejî dikin.”

Şandina gaza jeneratoran erka Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ye, lê ev mehek e wan kêm kiriye.

Ji bo çareserkirina rewşa elektirîkê di van kampan de, berî niha rêveberiya van kampan kîtab şandiye ji bo Wezareta Koç û Koçberên Iraqê re. Çareserî jî li cem wan rawestayî maye.

Berpirsê kampên koçberan li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Arif Ebdullah jî got: “Bi nerîna me çareserî ew e ku niha xeteke elektirîka sereke ji Hemdaniyê li ser Kampa Xazir re diçe û elektirîka van hersê kampan bi wê xetê ve werê girêdan, lê heta niha tu gav ji aliyê hikûmeta Iraqê ve nehatine avêtin. Ew dibêjin ku kujmê pereyê pêdivî gelekî mezin e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst