Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana malbata şehîdên Cindirêsê kir

17-04-2023
RÛDAW
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana malbata şehîdên Cindirêsê kir
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana malbata şehîdên Cindirêsê kir
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Komkujiya Cindirêsê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nûneratiya Serokê Borda Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Şandeke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî seredana mala şehîdên komkujiya Cindirêsê kir.

Berpirsê Alîkariyên Dezgehê ji bo Efrînê Rewac Hacî ji Rûdawê re got, wan sersaxiya Mesrûr Barzanî gihandine malbata şehîdên Cindirê.

Rewac Hacî dibêje serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye ku li ser dosya şehîdbûna 4 welatiyên Cindirêsê kar bike û ewê heta dawiyê li ser wê dosyayê raweste.

Herwiha Rewac Hacî di serdana xwe ya bo malbata şehidan de wiha got “Em ji Kurdistanê hatine weke malbatên xwe li gel we bin û piçekî kêm be jî barê we yê giran jî rakin. Bi rastî barê we giran e, Xwedê alîkariya we bike. Ew bûn semboleke mezin bo hemû Kurdistanê. Heta em şehîd nebûn, îhtimal e kesî newiribûya li Efrînê jî û li Cindirêsê jî dengê xwe bilind bikira bigotana ev li me zilmê dikin. Ev bûn sedemên wê hindê ku xelk bi azadî dengê xwe bilind bikin bibên em qebûl nakin. Ev şehîdên Kurdistanê ne û şehîdên Newrozê ne. Şehîdên azadiyê û dengên xelkê Cindirêsê ne. Piştî vê hemû qurbaniyan bi rastî ev neheqî û zilmeke gelek mezin bûn.”

Roja 20 Adarê, dema ku malbata Pêşmerg li Cindirêsê agirê Newrozê li pêşiya mala xwe vêdixistin, grûpeke çekdarên Ceyiş El-Şerqiye êrîşî wan kirin, 4 kes ji wê malbatê şehîd kirin û kesekî din jî birîndar kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst