Rêveberiya Xweser bi helkefta Cejna Remezanê hejmarek girtî serbest berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser hejmareke girtiyên ku di zindana Ellaya Qamişloyê ya Rojavayê de dihatin girtin bi helkefta Cejna Remezanê serbest berdan.

Li gor berpirsên Nivîsgeha Dad û Çaksazkirinê ya Rêveberiya Xweser hukmê van girtiyan ji ber reftarên wan yê baş hatiye kêm kirin, lewra bi helkefta Cejna Remezanê hatine efûkirin.

Hevserokê Nivîsgeha Dad û Çaksazkirinê Xalid Remo got “Ev biryar derfeteke bo tevlîbûneke din bi rêyeke cuda li nav civakê, û em ji we re tekez dikin çareserkirina krîza Sûriyê qet bi rêya tundrewiyê nabe.”

Di heman rojê de Yekşemê 16ê Nîsanê hejmarek girtiyên din ji  Girtîgeha Xwêranê li bajarê Hesekê jî hatin berdan.

Salên berê jî, bi navbênkariya serok hozên Ereb ên navçeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser bi sedan girtiyên navxweyî ku bi tohmeta DAIŞê hatibûn girtin ew serbest berdan.

Di Çileya 2020ê de 300 girtî, di Gulana 2020an de 30 girtî, di Cotmeha 2020an de 631 girtî û di Nîsana 2023an de 20 girtî hatibûn berdan.

Heta niha bi hezaran serkirde û çekdarên DAIŞê yên biyanî di girtîgehên HSDê û Rêveberiya Xweser de hene, li bendê ne li ba Rêveberiyê bên dadgehkirin an bo welatên wan bên veguhestin û li wir bên dadgehkirin.