Endezyarekî Rojavayê Kurdistanê ku berê Pêşmerge bû ji avahiyê ket û canê xwe ji dest da

17-04-2023
RÛDAW
Ciwan Tariq Emînakê
Ciwan Tariq Emînakê
Nîşan Ciwan Tariq Emînakê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê endazyarekî ji Rojavayê Kurdistanê ji ser avahiyekê ket xwarê û canê xwe ji dest da.

Endezyarê bi navê Ciwan Tariq Emînakê yê Ji Rojavayê Kurdistanê ku li Hewlêrê endazyariyê dikie li ser kar ji ser avahiyekê dikeve xwarê û jiyana xwe ji dest dide.

Tariq Emînakê bavê Ciwan ji peyamnera Rûdawê Helebce Sadûn re bûyerê kir û diyar kir ku cilûbergên saxlemiyê ne li ser kurê wî bûne û got “Ciwan ne di cihekî asayî de bê derence derketiye ser avahiyê û ketiye xwarê.”

Herwiha Tariq Emînakê da zanîn kompaniya ku Ciwan bi wan re kar dikir kompaniyeke taybet e piştî vê bûyerê her tim li gel wan bûne û wek xwediyê mala şînê dibînin û got “Ji me re dibêjin serê me li ber we ye hûn çi dixwazin lê helbet em tiştek naxwazin û me daxwaza qerebûyê nekiriye û em nakin jî.”

Tariq Emînakê bi rêya Rûdawê bang li hemû karmendan kir ku hay ji xwe hebin û cilûbergên saxlemiyê li xwe bikin.

Li gorî zanyariyên ku ketine destê Rûdawê Ciwan Tariq Emînakê li zanîngeha Helebê 2 salan endazyarî xewndibû û di sala 2013an hatibû Herwlêrê û zanîngeh li Herêma Kurdistanê temam kiribû.

Hat ragihandin ku Ciwan Tariq Emînakê di şerê li dijî DAIŞê de sal û 8 mehan pêşmergetî kiriye û dema şerê DAIŞê temam bû vegeriyabû ser karê xwe yê endazyariyê.

Ciwan Tariq Emînakê ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê bû û ev 10 sal bûn li Hewlêrê dijiya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst