Li Agiriyê kamyon wergeriya: 2 jê zarok 5 kes tê de mirin

Hewlêr (Rûdaw) -  Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, kamyona ku kel û pelên malê lê barkirî bû, wergeriya û li darên li keleka rê ket. Di qezayê de 4 jê ji heman malbatê 5 kesan canê xwe ji dest da.

Li ser rêya Erzirom û Agiriyê li devera gundê Çelê yê navçeya Zêdkanê kamyona ku kel û pelên malê lê barkirî bû û M.U diajot, wergeriya şarampolê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û hawarçûnê çûn cihê bûyerê.

Tîmên navborî şoferê kamyon bi birîndarê ji kamyonê derxistin. Dayîk, bav û 2 zarokên ku di bin kamyonê de asê mabûn bi mirî hatin derxistin.

Şofêr M.Uyê ku giran birîndar bû jî veguhestin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê, lê ligel hemû midaxaleyan rizgar nebû.

Cinazeyên 5 kesên ku canê xwe ji dest dane rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Zêdkanê.