Artêşa Tirkiyê operasyoneke nû da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê li herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke nû da destpêkirin û li gor zanyariyan ew herêm bi tundî tên bordûmankirin. HPG jî dibêje, pêla yekem a êrişan hatiye têkbirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar derengiya îşev destpêkirina operasyoneke nû bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê ragihand.

Li gor daxuyaniya Hulusî Akar ew operasyona bi navê ‘Pençe-Kilîl’, herêmên Metîna, Zap, Avaşîn û Basyanê li xwe digire ku dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê.

Hulusî Akar destpêkirina operasyona nû piştî civîna li gel Serfermandarê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û fermandarên hêzên bejayî, esmanî û deryayî ragihand.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê, ew ji erd û esman wan deveran bi tundî topbaran û bombebaran dikin û hêzên wan ên komando bi helîkopteran daketine herêmê.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, giraniya vê operasyona nû ya berfireh, li ser herêma Zapê ye û ev dever bi tundî tê topbaran û bombebarankirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ku baskê serbazî yê PKKê ye, derbarê operasyon û êrişa nû ya artêşa Tirkiyê de daxuyanî da.

Li gor daxuyaniya HPGê, artêşa Tirkiyê xwest li herêma ‘Şikefta Birîndara’ ya herêma Zapê bi helîkopteran leşkeran dane xwarê lê ew hewldan ji aliyê hêzên wan ve hatiye astengkirin û pêla yekem a êrişan hatiye têkbirin.

HPG dibêje, di şer û pevçûnên yekem de li wê deverê 8 leşker hatine kuştin û leşkerên ku daketine xwarê jî di bin kontrola hêzên wan de ne.

Qaymeqamê Amêdiyê  Warşîn Selman roja Yekşemê, 17.04.2022, derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê de ji Rûdawê re ragihandibû, “Bordûman û topbarankirina sînorên her sê nahyeyên Dêrelûk, Kanî Masê û Şêladizê berdewam e.”

Warşîn Selman diyar kiribû, “Çiyayê Korejar, Geliyê Reşave, Zap, Nihêl, Nêrwe û Rêkan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên bordûmankirin.”

Her êvara Yekşemê  firokeyên Tirkiyê, navçeyên Avaşîn û derdora gundê Sîte û Çiyayê Korejar li sînorê nahyeya Şêladizê û Geliyê Reşave li nahyeya Dêrelûkê bi dijwarî bordûman kirin.

Artêşa Tirkiyê êvara heman rojê derdora gundê Ravîna ku dikeve devera Berwarî Bala li parêzgeha Duhokê topbaran kir.

Di heyama du rojên derbasbûyî de artêşa Tirkiyê 8 caran Çiyayê Korejar li nahyeya Şêladizê bordûman kir û di encama bordûmanan de ziyan gihişt malên welatiyan.