Qaymeqamê Amêdiyê: Ji erd û esman ve herêm tê bordûmankirin

17-04-2022
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Duhok Amêdî Dêrelûk Avaşîn Şêladizê Zap
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman diyar kir ku Artêşa Tirkiyê navçeyên sînorî ji erd û esman ve bi dijwarî bordûman dike. Bordûman bi giranî li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ye.

Artêşa Tirkiyê di nava 3 hefteyên dawî de gelek caran deverên sînorî yên qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê ji erd û esman ve bi dijwarî bordûman dike.

Di wan sê heftiyan de li nahyeyên Dêrelûk, Şêladizê û Kanî Masê gelek cih ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bordûmankirin an ji aliyê topxaneya artêşa Tirkiyê ve hatine topbarankirin.

Qaymeqamê Amêdiyê, Warşîn Selman derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê de ji Rûdawê re ragihand, “Îro ji piştî nîvro ve heta êvarê bûrdûman û topbarankirina sînorên her sê nahyeyên Dêrelûk, Kanî Masê û Şêladizê berdewam e.”

Warşîn Selman diyar kir, “Çiyayê Korejar, Geliyê Reşave, Zap, Nihêl, Nêrwe û Rêkan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên bordûmankirin.”

Qaymeqamê Amêdiyê got, îro sê hefte ne bordûmankirin û topbarankirina sînorê Nêrwe û Rêkan û devera Nihêlê bi dijwarî berdewam e.

Bi gotina Warşîn Selman, gundên li herêmên hatine bordûmankirin, berê hatibûn valakirin herwiha ji ber ku herêm herêmek çiyayî ye, “agahiyên me derbarê ziyanan de nînin. Lê belê bomberdûman bûye sedema tirs û xofeke mezin di nava gelê herêmê de.”

Iqbal Kiryadêrî niştecihekî nahyeya Şêladizê jî ji Rûdawê re got, heta êvara îro jî dengê firoke û helîkopteran li esmanê Şêladizê dihat bihîstin û bordûmana gundên Nêrwe û Rêkan û herwiha Çiyayê Korejar berdewam bûye.

Êvara îro jî firokeyên Tirkiyê, navçeyên Avaşîn û derdora gundê Sîte û Çiyayê Korejar li sînorê nahyeya Şêladizê û Geliyê Reşave li nahyeya Dêrelûkê bi dijwarî bordûman kirin.

Artêşa Tirkiyê êvara îro herwiha derdora gundê Ravîna ku dikeve devera Berwarî Bala ya li parêzgeha Duhokê topbaran kir.

Ji şeva bihorî ve heta sibeha îro Yekşembiyê 8 caran Çiyayê Korejar li nahyeya Şêladizê hatiye bordûmankirin. Di encama bordûmanan de, herî kêm zirar gihîştiye mala welatiyekî sivîl ê Şêladizê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst