Artêşa Tirkiyê gundekî Berwarî Bala topbaran dike

17-04-2022
RÛDAW
Topbarankirina gundê Ravîna li Berwarî Bala, parêzgeha Duhokê, roja Yekşembê 17ê Nîsana 2022an. Wêne û grafîk: Rûdaw
Topbarankirina gundê Ravîna li Berwarî Bala, parêzgeha Duhokê, roja Yekşembê 17ê Nîsana 2022an. Wêne û grafîk: Rûdaw
Nîşan Duhok Berwarî Bala Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê êvara îro derdora gundê Ravîna ku dikeve devera Berwarî Bala ya li parêzgeha Duhokê topbaran kir.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê, Eyûb Nisrî ragihand, li gor agahiyan topxaneya Artêşa Tirkiyê êvara îro Yekşembiyê ji demjimêr 18:00 heta 19:00 derdora gundê Ravîna yê li devera Berwarî Bala topbaran kiriye.

Muxtarê gundê Ravîna, Rifet Salih derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û ragihand, “hejmarek guleyên topê li her du beşên jor û jêr ên gund ketine.”

Bi gotina muxtarê gund, “hinek ji guleyên topên Tirkiyê tenê derdora kîlometrekê ji malên sivîlan ketine xwarê.”

Muxtarê gundê Ravîna herwiha dibêje, ji ber topbaranê niştecihên gund gelek tirsiyane.

Derbarê zirarên di encama topbaranê de hêj ti agahî nehatine belavkirin.

Gundê Ravîna dikeve navçeya Berwarî Bala û li ser rêya serekî ya Kanî Masê ye, herwiha bi rêya Deriyê Sînorî yê Serzêrê rêyeke navdewletî ye di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de.

Êvara îro jî firokeyên Tirkiyê, navçeyên Avaşîn û derdora gundê Sîte û Çiyayê Korejar li sînorê nahyeya Şêladizê û Geliyê Reşave li nahyeya Dêrelûkê bi dijwarî bordûman kirin.

Ji şeva bihorî de heta sibeha îro Yekşembiyê 8 caran Çiyayê Korejar li nahyeya Şêladizê hatiye bordûmankirin. Di encama bordûmanan de, herî kêm zirar gihîştiye mala welatiyekî sivîl ê Şêladizê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst