'Dorpêçkirina taxên Kurdan encama hevdîtinên Sûriye û Tirkiyê ye'

Hewlêr (Rûdaw) - 12 roj in her du taxên Kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên li Helebê ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatine dorpêçkirin. Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî Dr. Rizgar Qasim di derbarê mijarê de got “Dorpêçkirina taxên Kurdan li Helebê encamên hevdîtinên Sûriye û Tirkiyê ne.”

Ji 12 rojan ve herdu taxên Kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiye li Helebê ji aliyê Firqeya 4ê ya artêşa hikûmeta Sûriyê ve dorpêçkirî ne. Çavkaniyeke taybet ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku rêkeftinek di navbera hikûmetê û Rêveberiya Xweser de bi navbênkariya Rûsyayê hatiye kirin lê heta niha nehatiye ragihandin.

Herwiha Dr. Rizgar Qasim, Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî ku beşek ji MSDê û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ye, ji bernameya Çavê Sêyem a Radiyoya got, ev livên hikûmeta Sûriyê ji encamên hevdîtinên emnî ligel Tirkiyê ne û heta niha tu rêkeftin nehatine kirin.

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî Dr. Rizgar Qasim dibêje "Ez ve yekê bi hevdîtinên îstixbaratê yên Tirkiyê û Sûriyê ve girêdidim. Ev provakasyonên ku tên kirin bi nêrîna min encamên wan hevdîtinên berdewam in di nvbera herdu aliyan de he qut nebûne. Bi taybet dema dawî bi rengekî berfireh hevdîtin çêdibin, hine sistbûn çêbûne lê heta niha rêkeftineke dawî di navbera me û rejîmê de çênebûye."

Li aliyê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye Hesen Remzî  ji heman bernameya radioya Rûdawê re got, saziyên li çargoşeya emnî li Qamişli saziyên dewletê ne û pêwendî di navbera rejîmê û PYDê de heta niha berdewam e.

Eendamê Komiteya Navendî ya PDK-S Hesen Remzî got “Em nabêjin bila rejîm li Sûriyê hebe lê li Şamê tinebe, ev dezgetên ku tên behskirin ên dewletê ne, rejîm tiştek e, dewlet tiştek e. Dam û dezgehên dewletê yên li welatê me tev jî yên me ne, yên miletê Sûriyê ne. Ev rejîm wê here û wê sîstemeke nû were danîn. Bûyerên ku çêdibin em dûrî wan in. Di navbera rejîm û PYDê rêveberiya ku îro hatiye danîn de ew hemahengî qut nebûye, di navbera wan de danûstendin heye, çi li Qamişlo, çi jî li Şamê be danûstendin berdewam in.”

Ji Roja 5ê nîsanê ve, hêzên hikûmeta Sûriyê rê nadin keresteyên sereke wekî ard, sûtemenî, gaz, û her wekî din derbasî nav herdu taxan bibin. Vê dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê rewşa mirovî ya nişteciyan pir xirab kiriye.

Li hember vê dorpêç, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ji heftiyekê ve, firneya sereke ya bajarê Qamişlo ku di destê hikûmeta Sûriyê de daxistiye, û derdora çargoşeya emnî jî girtine û rê nadin hêzên hikûmeta Sûriyê di navbera çargoşeya emnî û balafirxaneya Qamişlo de çûn û hatinê bikin.