BIRADOST - Leşkerên Tirkiyê 12 ciwanên Kurd berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Ew 12 ciwanên Kurd ên li devera Biradost a ser bi qezaya Soran a parêzgeha Hewlêrê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin, îro hatin azadkirin.

Roja 15ê Nîsanê (beriya du rojan), 12 ciwanên Kurd li devera Biradost a qezaya Soranê ku ji bo berhevkirina giyayên biharê çûbûne çiya, li nêzîk baregeheke leşkerî ya hêzên Tirkiyê ya li çiyayên deverê ji aliyê leşkerên Artêşa Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Berpirsê Ofîsa Rojnamevanî ya Serpireştê Îdareya Serbixwe ya Soranê, Mihemed Osman îro Yekşembê 17ê Nîsana 2022an ji Rûdawê re ragihand, “Piştî demeke kurt ji desteserkirinê hêzên emnî yên Herêma Kurdistanê ketin dewrê û ew ciwan serbest hatin berdan û niha ti pirsgirêkeke wan nîne.”

Mihemed Osman derbarê sedema desteserkirina wan ciwanan ji aliyê hêzên Tirkiyê ve jî got, ew ciwan nêzî binkeyên leşkerî yên Tirkiyê yên li navçeyê bûne û bi wê sedemê hatibûn desteserkirin.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê, Erşed Hisên Lolanî jî her îro têkildarî bûyerê ji Rûdawê re axivîbû û ragihandibû, “Li gor şopandinên ku min kirine û zanyariyên ku min wergirtine, Artêşa Tirkiyê li vî sînorî ti ciwanek desteserkirin nekiriye, êdî nizanim kî ew (ciwan) desteser kirine.”

Parêzgarê Hewlêrê, Omêd Xoşnaw jî doh Şembiyê 16ê Nîsanê di preskonferansekê de gotibû, ew bi rayedarên fermî re di peywendiyê de ne û dê vê mijarê bi Serkonsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê re gotûbêj bikin.

Omêd Xoşnaw diyar kiribû, “aliyê fermî di vê bûyerê de Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê ye û tekez wan li ser vê mijarê gotina xwe kiriye, piştî wan em jî dê ligel Konsulê Tirkiyê di têkiliyê de bin.”

Xoşnaw herwiha tekez kiribû, “Em ti sedemkî nabînin ku xelkên sivîl li navçeyên sînorî bibin qurbanî.”