Tîma Kontrolê ya Berhemên Avê dê masiyên Kefal biparêze

17-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Kontrolê ya Berhemên Avê da ku li Gola Wanê di serdema qedexeya nêçîrê de masiyên Kefal biparêze, dê di tevahiya 3 mehan de li dorûbera golê û di avên şêrîn de pişkinînê bike.

Ji bo parastina cureyê masiyên kefal ên di Gola Wanê de û li hev zêde bibin, masî her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê de tên parastin.

Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Parêzgeha Wanê ji bo parastina masiyê kefal ên di Gola Wanê de tîmeke taybet ku ji 10 kesan pêk tê damezirand.

Tîma navborî di bin sîwana Rêveberiya Şaxa Masîgirî û Berhemên Avê de di serdema qedexeyê ya 3 mehan de dê kontrol û çavdêriyên xwe bidomînin ku masiyê kefal neyên girtin.

Rêvebirê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê li Wanê Îbrahîm Gorentaş diyar kir, di maweya qedexeyê de masiyên kefal dê ji aliyê Tîma Kontrolê ya Berhemên Avê ve were parastin û wiha got: “Tîma me ji Gevaşê heya Erdîşê dê li hemû qerax, newal û çeman de xebatan bimeşîne. Me tedbîrên xwe sitandin. Di maweya qedexeyê de ekîbên me dê 7/24 li qadê bin. Em hêvî dikin ku hemû welatiyên me pabendî qedexeya nêçîrê bin."

Îbrahîm Gorentaş da zanîn ku bi saya tedbîrên hatin sitandin bejn û kîloyê masiyên kefal dirêjtir û girantir bû û wiha got, "Li dorûbera Gola Wanê qedera 15 hezar kesan debara xwe bi masiyê kefal dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst