Qedayîfa Amedê sifreyên fitarê şirîn dike

17-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qedayîfa badayî şêraniyeke kevnar a Amedê ye û hosteyên qedayîfê di çarçoveya tedbîrê vîrusa coronayê de wê şêreniya xwe di meha remezanê de digihînin ser sifreyên fitarê.

Hosteyên qedayîfê ku bê navber vê tehma kevnare a sedsalane çêdikin, bi boneya hatine meha Remazanê karê xwe zêdetir kirin.

Saziya Patent û Marqeyan a li Tirkiyê 4 sal berê ev şêranî tescîl kir.

Qedayîf rojane tê çêkirin û ji mişteriyan re tê şandin. Enqere, Stenbol di serî de ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî sparîş tên dayîn.

Karîgerê dezgeha qedayîfê Lutfu Karacaoglan ragihand ku di meha remezanê de firotina qedayîfan zêde dibe û ew ji bo ku xwe bi sparîşan ra bigihînin, zêde dixebitin.

Karacaoglan diyar kir, "Mesaiya me ya remezanê dest pê kir. Înşeallah em dê xwe bi sparîşên gelê xwe re bigihînin û şêraniyê bigihînin wan. Em bi paketan ji mal û kargehan re serwîsê dikin.”

Hosteyê qedayîfê Mahmut Akdîvar jî got ku 17 sal e ew vî karî dike û li ber destê bavê xwe fêrî vî karî bû.

Akdîvar diyar kir, ew li gor daxwazê fistiq, gûz, to dixin hevîrê ku weke têl têl hatiye amadekirin, paşê li hev dêpêçin, badidin û dipêjin, 45 deqîqe piştî pehtinê jî şerbeta wê di ser de dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst