ENSK: Grûpeke çekdar êrişî nivîsîngeha PDK-Sê kir

17-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyş (ENKS) ragihand ku “grûpeke çekdar a ser bi Partitya Yekîtiya Demokratîk (PYD)” ve girtiye ser nivîsgeha PDK-Sê.

ENKS di daxuyaniyekê de ragihand ku roja Înê 16yê vê meha Nîsanê, grûpeke çekdar, ku ser bi PYDê ye, girte ser nivîsgeha bajarok, Girkê Legê ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDK-S), ku endama ENKSê ye.

Li gorî daxuyaniya Emîndariya Giştî ya ENKSê, çekdaran êrîşî ser nivîsgeha PDK-Sê kir û endamên wê partiyê li wê derê dane ber sixêf û riswakirinê û telefonên wan ji wan standin û piştre li wan vegerandin.

ENKSê ev karê ku ji aliyê çekdaran ve hate kirin, şermezar dike û vî karî weke sivikirinê bi sozên fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, binav dike û daxwazê ji HSDê dike, rê li ber van binpêkirinan bigire, ku Diyaloga Kurdî-Kurdî dikine armanc, weke ku di daxuyaniyê de hatiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst