Pira Heskîf-II îro tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro pira Heskîfê 2 li Bakurê Kurdistanê hat vekirin.  Ev pir li ser rûbarê Dîcleyê hatiye avakirin û yek ji dirêjtirîn pirên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye, Heskîfa kevin û nû bi hev ve girê dide.

Xebatên li Pira Heskîf -2yê ya bibe ji pireyên herî dirêj ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin temamkirin, îro bi mersîmeke hat vekirin.

Dirêjahiya pireyê 1001 metre ye û ji pireyên herî dirêj ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye. Li ser pireyê ji bo peyayan jî rê hat çêkirin.

Bilindahiya piyên pireyê herî zêde 90 metre, firehiya herî dirêj a di navbera piyan de 168 metre ye. 681 metreyên pireyê bi berbestên hesin, 320 metreyên wê jî bi betona kargehan hat avakirin.

Ji ber Bendava Ilisuyê rêya Êlih-Mîdyad-Heskîf-Gercûşê di binê avê de mabû ji bo rêya dora bendavê bigihêje Heskîfa Nû, Pireya Hesekîf 2yê hat avakirin.