Du şûnwarên dîrokî yên Bakurê Kurdistanê ketin lîsteya UNESCOyê

17-04-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Kelha Zerzevanê UNESCO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kelha Zerzevanê û Perestgeha Mîthrasê ku du şûnwarên dîrokî yên li Bakurê Kurdistanê ne, di Lîsteya Berwext a Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de hatin tomarkirin.

Ew 5 sal in ku bi kordinasyona Wezareta Çand û Turîzmê, vekolînên li Kelha Zerzevanê ya dîrokî ya li navçeya Çinar a Amedê dewam dike,  ku di heyama Împaratoriya Romayê de wekî baregeha leşkerî hatibû bikaranîn.

Vekolînên di Kelha Zerzevanê ya dîrokî de bi piştgiriya Walîtiya Amedê, ÎŞKUR, Muzexaneya Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Qaymeqamtiya Çinarê, TURSAB, Zanîngeha Dîcleyê, Ajansa Pêşketinê ya Qerecdaxê û Tafîr Tuzê berdewam dike.

Tevî berdewambûna lêkolîn û vekolînên li ser wî şûnwarê dîrokî, Kelha Zerzevanê û Perestgeha Mîthrasê ku perestgeha ewil a li sînorê Romaya Rojhilat e, di Lîsteya Berwext a Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de hatin tomarkirin.

Ji bo turîzma herêmê û Amedê gelek giring e

Serokê Heyeta Kolanê ya Kelha Zerzevanê, Doç. Dr. Aytaç Coşkun ragihand, ku Kelha Zerzevanê û Perestgeha Mîthrasê ketin Lîsteya Berwext a Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê û got, ev yek ji bo domandina vekolîn û lêkolînên li ser şûnwarên dîrokî yên li herêmê gelek giring e.

Coşkun diyar kir, ji bo ku têkevin lîsteya mayînde ew dê bilez dest bi xebatan bikin û got: “Piştî ku ji vîrusa koronayê xilas bibin, xebatên kolanê dê berdewam bin. Dema em têkevin lîsteya UNESCOyê em dê li dinyayê zêdetir werin naskirin. Ev ji bo turîzma herêmê û Diyarbekirê (Amedê) gelek giring e. Sala par 355 hezar û 178 turîstên xwecihî, 69 hezar û 27 turîstên biyanî û bi tevahî 424 hezar û 205 turîstî Kelha Zerzevanê ziyaret kirin. Em li bendê ne ku piştî nexweşiyê ziyaretê zêde bibe.”

Rûberê kelhê 60 donim e û li qadê dîwareke dîrokî ku bilindahiya wê di navbera 12 heta 15 metran de ye û dirêjahiya wê hezar û 200 metre ye, hatiye dîtin.

Li ser vê qadê, burca çavdêriyê ku 21 metreyan bilind e, burca parastinê, dêr, avahiya rêvabirinê, xanî, depoyên sîlah û genim, perestgehên binê erdê, sitargeh, goristana kevirîn, kanalên avê û 54 sarnicên avê hene.

Li gel ku li qada Kelha Zerzevanê lê ketiye, li ser rûyê erdê şûnwarên dokî hene, li binê erdê jî şûnwar tên dîtin û ew yek nîşan dide, ku Kelha Zerzevanê şûnwarekî gelek dîrokî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst