Qeter: Em dixwazin li Kurdistanê veberhênanê bikin

17-04-2019
RÛDAW
Nîşan Qeter Kurdistan Veberhênan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Karên Balyozxaneya Qeterê ya li Bexdayê Hisên El Fezale civiyan. Hisên El Fezale pesnê rola Herêma Kurdistanê di derbaskirina qeyranan de da û tekezî li pêşvebirina peywendiyên Qeterê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

 

Li gor ragihanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina li gel Berpirsên Karên Balyozxaneya Qeterê ya li Bexdayê Hisên El Fezale de bi nîşandana daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên li gel Qeterê, kurtiyek derbarê kirîzên salên borî û çareserkirina wan bi awayekî serketî xiste berçav, bi taybetî asayîbûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û biryardan li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa pêvajoya siyasî ya Herêma Kurdistanê û hewlên pêkanîna  kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di qonaxa dawiyê de ye.

 

Hisên El Fezale, silav û rêzên serokatiya welatê xwe gihande Nêçîrvan Barzanî û pîrozbahiya serketina hilbijartinên Kurdistanê jê re kir û hêvî xwest kabîneya nû bi zûtirîn dem pêk were. Herwiha bi pêdagirî li ser berfirehkirina têkiliyên Qeterê tevî Iraq û Herêma Kurdistanê, bal kişande ser giringiya rola Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kirîzan û şerê dijî terorê û hembêzkirina hejmareka zêde ya koçber û penaberan. 

 

El-Fezale behsa serdana şandeyeka bazirganên Qeterê bo Herêma Kurdistanê ji bo karê sermaye razandinê kir û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî pêşwazî ji vê gavê kir û berhevbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û hêsankarî ji bo veberhênana Qeterê li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst