HUDA-PAR: Kurdan bi dengê na peyam da

17-04-2017
Ahmet Aslan
Nîşan Referandûm HUDAPAR Zekeriya Yapicioglu. Pirsgirêka Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu di derheqê encamên referandûmê de destnîşan kir ku Kurdan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî hişyarî daye hikûmeta Tirkiyê.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî encama referandûmê diyar bû bal kişand li ser dengê Kurdan.

 

Erdogan wiha got: “Ez sipasiya xwişk û birayên xwe yên dil dane HUDA-PARê dikim. Hemû deng helbet pir girîng in, lê ez dixwazim destnîşan bikim ku bi taybetî dengên li herêma me ya Rojhilat û Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê) pir girîng in. Înşallah ev encam wê li ber welatê me bibe mizgîniya destpêka heyameke nû."

 

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu gotinên Erdogan û encamên referandûmê ji Rûdawê re nirxand.

 

Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê biryara xwe daye û derbarê heyama nû de got: “Êdî berpirsiyariya hikûmetê zêde bûye. Ew êdî berpirsê her mijara çareser nekî ye.”

 

Yapicioglu destnîşan kir ku divê di heyama nû de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan gav bêne avêtin.

 

“Ti astengî li ber hikûmetê nema”

 

Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku piştî referandûmê ji bo çarserkirina pirsgirêkan ti astengî li ber hikûmata Tirkiyê nemaye û wiha domand:

 

“AK Partiyê beriya behsa astengiyên li ber çarserkirina pirsgirkên kurdî dikir. Me jî beriya referandûmê digot heger dengên erê serbikeve êdî ti bihaneyên hikûmetê namînin. Heger hikûmeta bi rastî bixwaze pirsgirêkên kurdî çareser bike êdî rêya wê vekiriye. Êdî bihaneya wê nemaye. Hikûmet an dê pirsê çareser bike an jî di vê mijarê de rûçikê wê dê xuya bibe.”

 

Yapicioglu amaje pê vê yekê jî kir ku dengên zêde yên “na” yên li Bakurê Kurdistanê ji bo hikûmeta Tirkiyê hişyarî ye û got: “Ew deng dibêjin ku nabe, hikûmeta wekî ti pirsgirêk nîne hewl bide.”

 

“Dengên HDPê kêm dibe”

 

Bi gotina Yapicioglu di hilbijartinên 7ê Hezîranê de Kurdan piştgiriyekê gelek mezin da HDPê ku di dîrokê de nehatiye dîtin û wiha pê de çû: “ Lê wan ew piştgirî heçko dane PKK û çekên di destê PKKê de fêm kirin û li gor wê gav avêtin. Di 1ê Mijdarê de beşekê dengê xwe neda. Niha bi qasî em dibînin dengên HDPê kêm bûne, lê ev yek nayê wetaya ku pirsgirêka kurdî çareser bûye. Ku naxwazin pirsgirêkên wan bi rêyên tund çareser bibe. Êdî çekan naxwazin. Heger wisa berdewma be dengên HDPê hê jî kêmtir bibin.”

 

“Pirsgirêka Kurdî nehatiye çareserkirin”

 

Yapicioglu anî ziman ku helwesta hikûmetê ya dibêje “pirsgirêka kurdî nîne, lê pirsgirîkên welatiyên me yên kurd heye” şaş e, û axaftina xwe wiha berdewam kir:

 

“Piştî ku şer rawestiya hikûmeta gotinên xwe guhert û got, pirsgirêka kurdî nîne. Ev tablo ji bo hikûmeta hişyarî ye. Pirsgirêka kurdî çareser nebûye.

 

Kurd dixwazin pirsgirêkên wan bêne çareserkirin. Lê bi yek mercê: Kurd dixwazin bi rêyên aştiyane û siyasetê pirsgirêkên wan bêne çareserkirin. Li Amed, Êlih û çend bajarên din dengê Kurdan ê na zêde derket. Ev yek jî tê wetaya ku dixwazin pirsgirêk ji holê rabin. Ev peyamek e ji bo hikûmeta. Mafên rewa û têne xwestin li benda çareseriyê ne. Xelk dibêje mafê tê nîne tu mafê min ên bingehîn ji ber çeka PKKê rehîn bigirî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst