Asayişa Dêrikê endamekî serkirdatiya PDK-Sê bi zorê ji Rojava derxist

17-04-2014
Behzad Mîran
A+ A-

Dêrik (Rûdaw)- Endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê Hacî Kalo ragihand ku ew îro sibehê hat azadkirin û bi zorê ji aliyê asayişa bajarê Dêrikê ya ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve ji Rojava hat derkirin.

Hacî Kalo roja 15ê vê mehê ligel 12 endamên din ên kongreya damezirandina PDK-Sê ku li Hewlêrê hat lidarxistin, vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, lê ew li ser sînor ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di heman rojê de asayişê 6 kes birin Dêrikê û her 7 kesên din bi zorê vegerandin Başûrê Kurdistanê.

Hacî Kalo ku di kongreyê de wek endamê komîteya navendî ya PDK-Sê hat hilbijartin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “ev 3 roj bûn ew di zindana mezin a Dêrikê de girtî bû û asayişa PYDê lêkolînê ligel wî kir”.

Hacî Kalo ku xelkê herêma Dêrikê ye diyar kir ku îro asayişa PYDê biryar da wî ji Rojavayê Kurdistanê derbike û got “Hêzên asayişa PYDê ez anîm ser sînorê Başûrê Kurdistanê di navbera her du gundên Kelhê û Girbalat de û ji min re gotin ku hûn kadirên PDK-Sê bi Rojava ve ne westiyane û xebat nekirine û ti pêwîstya Rojava bi we nîne”.

Hacî Kalo herwiha got “Di lêklolînê de ez rastî îşkenceyê ne hatime, lê ez xistibûm odeyeke takekesî de û hemû pirsên wan li ser sedema kolandina xendeqê bûn û ji ber çi PDK-Sê kolandina xendeqê şermezar nekiriye”.

Endamê serkirdatiya PDK-Sê diyar kir ku ew bi agehdariya asayişa PYDê ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û 500 lîreyên sûrî daye hêzên asayişê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst