Cezayê bidarvekirina 2 girtiyên siyasî yên Kurd hat pejirandin

17-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Dîwana bilind a Îranê cezayê bidarvekirina 2 girtyên siyasî yên Kurd bi navên Mihemed Ebdullahî û Mistefa Selîmî pejirand.

Çavdêrên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku briyara bidarvekirina Mihemed Ebidullahî (35 sal) ku xelkê bajarê Mehabadê ye û Mistefa Selîmî ku xelkê bajarê Seqzê ye, ji aliyê dîwana bilind a Îranê ve hat pejirandin.

Mihemed Ebidullahî roja 24ê adara 2010an di mala xwe de hat girtin û li 19ê nîsana 2013an bi tometa “dijayetiya xweda“ di rêya alîkarîkirina partiyên Kurd ên opozîsiyona Îranê” di şaxê yekem ê dadgeha Înqîlaba bajarê Mehabadê cezayê bidarvekirinê lê hat birrîn.

Mistefa Selîmî di 8ê vê meha nîsanê de wek nerazîbnûnekê li er pejirnadina cezayê bidarvekirina wî, ket girevê û hêzên ewlekariyê di îro ew xistin odeya takekesî.

Mistefa Selîmî xelkê gundê Îlû ya devera Tîleko ya Seqzê ye û bi tometa “endamê patiyeke kurdî ya dijî rejîmê ye” li bajarê Nehawend li parêzgeha Loristanê hat girtin. Pişt re bi tometa “hewldan li dijî ewlekariya neteweyî di rêya dijatiya xweda” cezaya bidarvekirinê lê hat birrîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst