Serkeftina R. Madrid û şikestina Barselona rojeva medyayê bû

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serkeftina tîma Real Madrid di lîstika dawî Kûpa Şahê Spaniya de li himber tîma Barselona û bidestxistina nasnava (Kopa Del Rey) rojeva rojnameyên Spaniyayê bû.

Rojnameya Marka ya Spanî wêneyekî mezin yê lîstikvanê R. Madrid, Bale li ser rûpela xwe ya destpêkê danîbû û ligel wêneyekî golparêzê R. Madrîd Kasilas. Herwiha Marka balkişand li ser bileziya Bale, yê ku gola serketina R. Madrid tomar kir, û ragihand ku navhatî di kêmtir ji yek xulekê de 58 metir derbas kirin û gola serkeftinê tomar kir.

Li aliyek din rojnameya As wêneyekî mezin yê golparêzê R. Madridê, Kasilas belav kir ku kûpa Şahê Spaniyayê hilgirtibû, herwiha amaje dike ku Bale zilamê wê lsîtikê bû piştî ku gola serkeftinê di xuleka 84an de li ser Barselona tomar kir.

Herwiha As amaje kir ku niha tîma R. Madrid ji nû vegeriya asta xwe ya normal, di himber de rahênerê R. Madrid Karlo Angelotti got: “Niha me nasnava yekem bidest xist, pêwîste em hevrikiyê li ser nasnavên din bikin.”

Rojnameya Sport ji aliyê xwe wêneyekê stêrka Barselona, Messi, li ser rûpela xwe ya destpêkê weşand û nivîsî: “Ev serdem bidawî hat û serdemeke nû destpêkir”, herwiha serdêrekî din jî nivîsî: “Real kûpa bir û serdemek bitemamî bidawî anî.”

Herwiha Sportê balkişand ku golek bi tenê ne bes bû bo Barselona li himber êrîşên R. Madrid, herwiha amaje kir ku pêwîste guhrtinên mezin di nava tîma Barselona de bên encamdan û amaje bi astê xirab yê Messi jî kir.

Li aliyê din rojnameya Mundo Diportivo nivsiye ku Barselona hefteyeke gelek xirab derbas kir ku tê de him ji Şampyoniyaya Ewropayê derket û him di La Ligayê de jî şikest.

Mundo Diportivo wêneyekî lîstikvanê Barselona, Nimar jî belav kir ku li ser erdê rûniştiye û serê xwe tewandiye.

Herwiha medyaya Spaniyayê ragihand ku dema îro lîstikvanên Barselona berê xwe didan yarîgeha xwe ku dest bi rahênana xwe bikin, hogirên Barselona yarîzanên xwe bi xeber û gotinên nexweş pêşwazî kirin, lewma yarîzanên Barselona neçar bûn di deriyê pişt yarîgehê ve derkevin û rahênana xwe nekirin