37 Photos
Li Îdira Bakurê Kurdistanê agirê Newrozê geş bû.
Bi hezaran Kurd ji bo Newrozê li hev civiyan û cilên rengîn ên Kurdan qada Newrozê şên kir.
Berfa li ser lûtkeyên Çiyayê Araratê spî dikir lê li qadê agir Newrozê hil dibû.
Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik derket ser dikê û diyar kir ku ew piştgiriyê didin peyama Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan û xwefesixkirina PKKyê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun jî got, "Newroz vejîn e, Newroz berxwedan e" û wî jî piştgirî da peyama Ocalan.
Piştî axaftinan Koma Hîvron derket ser dikê û coşa Newrozê zêdetir bû.