Di serdemekê de ku medya bûye beşeke jêneger ji jiyana me ya rojane, rola medyaya serbixwe û pîşeyî bûye pêdiviyeke berdewam a civakê. Li herêmeke tijî alozî û pirsgirêk a mîna Rojhilata Navîn, derketina dezgeheke medyayî ku karibe bi şêweyekî pîşeyî û bêalî bûyeran ragihîne, xwedî girîngiyeke taybet e.
Rûdaw ji destpêka damezrandina xwe ve bi rûmalkirina berfireh, hûrbîn û bilez a bûyerên herêm û cîhanê tê naskirin. Vê tora medyayî bi piştevaniya karmendên pîşeyî û şareza kariye di qada bûyeran de be û bi hûrî û rastgoyane bûyeran veguhêze. Ev pabendbûna bi prensîbên rojnamevaniya pîşeyî, wekî bêalîtî û dûrketina ji alîgiriyê, wer kiriye ku baweriya temaşevan û xwînerên xwe li hundir û derveyî herêmê bi dest bixe.
Rûdawê cuda ji her medyayeke din kariye xwe wekî medyayeke serbixwe û niştimanî bide naskirin. Serbixwe ji aliyê ragihandina nûçeyan û rûmalkirina bûyeran ve, vê serxwebûnê wer kiriye ku temaşevan û xwîner ji hemû pêkhateyên civakê berê xwe bidinê ji bo wergirtina zanyarî û nûçeyên rast. Her wiha vê xeysetê wiha kiriye ku medyayên cîhanê Rûdawê wekî çavkaniyeke bawerpêkirî ji bo nûçe û zaniyariyên herêmê bi kar bînin.
Yek ji taybetiyên berbiçav ên vê tora medyayî, lîstina rolê ye di gihandina dengê xelkê û şopandina pirsgirêkên wan de. Bi rêya bernameyên xwe yên cur bi cur, kariye pirekê di navbera xelkê û biryarderan de ava bike, bi şêweyekî ku pirsgirêk û daxwazên xelkê dike rojev û şopandina wan dike.
Vî karî ne tenê baweriya xelkê bi Rûdawê zêdetir kiriye lê rola wê jî di çareserkirina gelek pirsgirêkên xelk û civakê de hebû, di heman demê de hevkar bû ji bo dezgeh û saziyên fermî û ronahî daniye ser pirsgirêk û kil û kêmasiyên wan.
Di demekê de ku gelek dezgehên medyayî yên deverê mijûlî pêşbaziya siyasî û milmilanêya îdeolojîk in, Rûdawê girîngiyeke taybet daye pirsgirêkên civakî û aborî yên xelkê. Vê berêxwedana xelkê û pirsgirêkên wan, wer kiriye ku Rûdaw bibe dengek ku gel pişta xwe pê girê dide, xwe tê de dibîne û baweriyê pê tîne.
Ev yek jî bûye sedem ku temaşevanê Kurd ji bo bûyerên herêm û cîhanê, berê xwe bide televîzyona Kurdî, di demekê de ku berê piraniya temaşevanan kanalên biyanî ji bo wergirtina nûçe û zaniyariyan hildibijartin.
Pabendbûna Rûdawê bi prensîbên rojnamegeriya pîşeyî û dahênanên wê di warê medyayê de, bûye sedem ku çendîn xelat û pêzanînên cîhanî yên navdar di warê medyayê de bi dest bixe. Ev xelat ne tenê mikurhatinek bi kar û dahênanên Rûdawî ne lê belge ne li ser karîna dezgehên medyayî yên Kurdistan û herêmê ku bigihêjin asteke bilind a pîşeyî ku li ser asta cîhanî were naskirin.
Van serkeftinên li ser asta navneteweyî wisa kiriye ku Rûdaw bibe şanaziyek, ne tenê ji xwe re wekî dezgeheke medyayî lê ji bo hemû medyaya Kurdî bi giştî. Her wiha vê yekê derfeteke baş peyda kiriye ji bo nasandina pirsgirêk û daxwazên gelê Kurdistanê li ser asta cîhanî, bi şêweyekî pîşeyî û bêalî ku dûr e ji propaganda û zêdegaviyê.
Yek ji taybetiyên darîçav ên Rûdawê, karîna berdewamî û pêşketinê ye tevî wan zextên ku rûbirûyê wan dibe. Ev tora medyayî, wekî piraniya dezgehên medyayî yên serbixwe û pîşeyî yên cîhanê, rûbirûyî zextên zêde bûye. Her wiha êrişên sîberî û helmetên armancdar bi rêya medyaya civakî, beşên din in ji wan dijberiyên ku Rûdaw rûbirûyê wan bûye.
Tevî van hemû zext û êrişan, Rûdawê kariye karên xwe bidomîne û ne tenê ev lê bi serketin û dahênanên berdewam karê xwe yê medyayî berdewam kiriye. Ev karîna berxwedan û berdewamiyê, nîşaneke din e li ser hêz û baweriya Rûdawê bi xwe wekî toreke medyayî ya pîşeyî û niştimanî.
Niha Rûdaw ne tenê toreke medyayî ya navxweyî ye lê bûye brandeke cîhanî ku medyayên cîhanê baweriyê pê tînin. Ev destkefta mezin berhema çendik û çend salên kar û xebata bêwestan û pabendbûna bi prensîbên rojnamevaniya pîşeyî ye. Bûna Rûdawê wekî çavkaniyeke bawerpêkirî ji bo medyayên cîhanî, derfeteke zêrîn e ji bo gihandina wêneyê rast ê rewşa herêmê bi cîhanê, bi şêweyekî rastgo û dûr ji çewtiyan.
Her wisa vê branda cîhanî, rê xweş kiriye ji bo berhemanîna berhemên medyayî yên hevbeş ligel dezgehên medyayî yên cîhanî, ku ev jî derfeteke din e ji bo nasandina çand û şaristaniya herêmê bi cîhanê.
Rûdawê kariye rewşeke wiha ji bo medyaya Kurdî derxe holê ku niha piraniya dezgehên medyayî yên herêmê hewl didin ji aliyê pîşeyî û teknîkî ve Rûdawê wek pîvanekê ji bo nirxandina xwe bi kar bînin.
Tiştê ku ji bo min pir cihê dilşadiyê ye, Rûdawê wer kiriye ku temaşevanê Kurd ji bo bûyerên herêm û cîhanê, berê xwe bide televîzyona Kurdî. Berê ji ber nebûna kanalên pîşeyî û bawerpêkirî, piraniya temaşevanan berê xwe dida kanalên biyanî ji bo wergirtina nûçe û zaniyariyan, lê Rûdawê karî vê rewşê biguhere û baweriyê li medyaya Kurdistanê vegerîne.
Paşeroja Rûdawê, bi piştevaniya stafa wê ya pîşeyî û baweriya ku li cem temaşevan û xwîneran afirandiye, cihê hêvî û geşbîniyê ye. Li gel pêşketina teknolojî û zêdebûna bandora medyaya dîjîtal, derfetên zêdetir li pêşiya Rûdaw hene ji bo berfirehkirina bandorê û gihîştina temaşevan û xwînerên zêdetir li seranserê cîhanê.
Rûdaw mînakeke şênber e li ser karîna medyaya Kurdî û medyakarê Kurd ji bo gihîştina asteke bilind a pîşeyî ku li ser asta cîhanî cihê rêzgirtinê be. Serkeftina Rûdawê serkeftina medyaya Kurdî bi giştî ye. Ev serkeftin nîşanek e li ser karîna dezgehên Kurdistanê ji bo gihîştina astên bilind ên cîhanî, bi mercê ku pabendî prensîbên pîşeyî bin û di dahênan û pêşkeftinê de berdewam bin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse