Şêx Murşid Xeznewî: 'Mizgînî, ENKS û PYNK dicivin'

Şêx Murşid Xeznewî / Wêne: Rûdaw - Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Şêx Murşid Xeznewî diyar kir ku ENKS û PYNK dê îro (18ê Adarê) bicivin.

Şêx Murşid Xeznewî ev agahî bi rêya hesabê xwe yê Xê da.

Ev demek dirêj e hewlên ku ENKS û PYNK li hev bicivin didomin ku li Rojavayê Kurdistanê du aliyên siyasî yên sereke ne.

Şêx Murşid Xeznewî: Mizgînî

Şêx Murşid xeber bi navê “Mizgînî”yê da û got:

“Mizgînî: Xebatên me ji bo yekrêziya Kurdî li Rojava encam dide, ji ber ku sibe yekem civîna di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û (PYNK) de tê lidarxistin û piştî wê jî dibe ku daxuyaniyek ji bo ragihandina yekrêziya Kurdî were dayîn.”