Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir

Serok Barzanî û Anil Bora Înan / Wêne: PDK

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan li nahiyeya Selahedînê ya Hewlêrê qebûl kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji hesabê Xê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat hatiye dayîn, di hevdîtinê de rûdanên dawî yên siyasî yên li Îraq û herêmê hatine nirxandin.

Aliyan, “xurtkirina pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê” û “serdana ku Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê demên dawî li Herêma Kurdistanê pêk aniye” nirxandin.

Pêvajoyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin

Di civînê de, pêvajoya avakirina kabîneya dehem a Herêma Kurdistanê, xebatên diyalogê yên di navbera partiyên siyasî de û hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku nêzîk dibin wekî mijarên girîng hatin rojevê.

Li aliyê din, Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî beşdarî vê civînê bû.