Mezlûm Ebdî: Kuştina zarokan sûcê li dijî mirovahiyê ye

Mezlûm Ebdî / Wêne: Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) - Mezlûm Ebdî li ser êrişa Tirkiyeyê got, “ Hedefgirtin û kuştina cotkarekî û zarokên wî sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Îro berê sibehê saet derdora 04:00an di êrişeke bi dronan a Tirkiyeyê de li gundê Berxbotanê yê bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 9 sivîlan şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya hesabê xwe yê Xê sersaxî ji xizmên wan re xwest.

“Sûcê li dijî mirovahiyê ye”

Mezlûm Ebdî ji bo birîndaran jî hêviya silametiyê kir û got:

“Hedefgirtin û kuştina cotkarekî û zarokên wî sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berpirsyariya xwe li hemberî kuştina welatiyan a ji aliyê dewletên din ve bîne cih.

Em ji Hevpeymaniya Navneteweyî û hêzên çalak dixwazin ku van cinayetan rawestînin.

Rawestandina şer a li seranserê axa Sûriyeyê ji bo serkeftina qonaxa veguhastinê ya ber bi Sûriyeyeke aram û ewle ve, pêwîstiyek e ku nikare were paşguhkirin.”