Ji bo 10 parêzgehan hişyarî hat dayîn: 'Tedbîrên pêwîst wergirin'

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku ji îşev heta sibe dê li 10 parêzgehan baraneke gur bibare û divê li gorî vê yekê tedbîr bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ji bo parêzgehên Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û rojavayê Şirnexê hişyariya baranê da.

Herwiha saziyê ji bo parêzgehên Colemêrg û Bedlîsê, başûrê Mûş û Wanê û rojhilatê Sêrt û Şirnexê jî hişyariya berf û baranê da.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ji îşev û pê ve sibe li 10 parêzgehan dê baran û berf bibare.

Saziyê diyar kir ku girêdayî rewşa keşûhewayê egera lehî, aşût û herîfîna axê heye û divê li gorî vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.