Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku ji îşev heta sibe dê li 10 parêzgehan baraneke gur bibare û divê li gorî vê yekê tedbîr bên wergirtin.
Saziya Keşnasiyê ji bo parêzgehên Amed, Riha, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û rojavayê Şirnexê hişyariya baranê da.
Herwiha saziyê ji bo parêzgehên Colemêrg û Bedlîsê, başûrê Mûş û Wanê û rojhilatê Sêrt û Şirnexê jî hişyariya berf û baranê da.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ji îşev û pê ve sibe li 10 parêzgehan dê baran û berf bibare.
Saziyê diyar kir ku girêdayî rewşa keşûhewayê egera lehî, aşût û herîfîna axê heye û divê li gorî vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse