Cengiz Çandar: Erdogan dê li gorî encamên hilbijartinan tevbigere

17-03-2024
RÛDAW
Cengîz Çandar
Cengîz Çandar
Nîşan Cengîz Çandar Recep Tayyîp Erdogan Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got, “Erdogan dê li gorî encamên hilbijartinan tevbigere. Ev hemû tişt îhtimala zindîbûna çareserkirina Pirsa Kurd tîne hişê mirov.”

Roja duyem a Konferansa Aştî û Çareseriya Pirsa Kurd a li Amedê bi rê ve çû û hejmarek siyasetvan, lêkolîner, rojnameger û nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera 16 û 17ê Adara 2024an de li Amedê “Konferansa Aştî û Çareseriya Pirsa Kurd" saz kir.

Di "Konferansa Aştî û Çareseriya Pirsa Kurd" de doh peyama Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli hatibû xwendin ku Demirtaş gotibû mixatabê pirsê Erdogan û Ocalan e.

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar ku yek ji beşdarê konferansê bû li ser rojeva banga çareserkirina pirsa Kurd ji Rûdawê re axivî.

“Ev hemû tişt egera zindîbûna çareserkirina Pirsa Kurd tîne hişê mirov”

Cengîz Çandar wiha got, “Bi qasî ku ez Erdogan nas dikim, dikarim bibêjim dibe ku Erdogan li benda encamên hilbijartinan be.

Ez li ser vê mijarê li gel Demirtaş û Mizrakli jî hevdîtinan dikim. Du nerîn hene ji bo Erdogan û desthilatê.

Hem ji bo desthilatê û hem jî bo partiyên opozîsyonê hilbijartinên Stenbolê girîng in.

Ji bo partiya me DEM Partiyê jî gelekî girîng e. Hilbijartinên bajarên Kurdan gelekî girîng in.

Em dizanin em dê li wan bajaran bi ser bikevin lê ya girîng ew e ku em dê bi kîjan rêjeyê bi ser bikevin.

Gelo dê DEM Partî lawaz bibe an xurttir bibe. Ji ber li wan deran rejima qeyûman heye.

Gelo wê encamek wiha derkeve ku careke din qeyûm neyên danîn û dê encamên hilbijartinên Stenbolê çi bibe?

Dê Erdogan li van her du encaman binêre ji ber ku hîn 4 salan dema desthilata wî heye.

Ya herî girîng jî ji bo temaşevanan bêjim piştî hilbijartinan yekemîn rojeva desthilatê dê çêkirina destûra bingehîn be.

Dê bi pêşniyara destûra bingehîn a nû bên. Pêwîst e mafên Kurdan û mijara zimanê dayikê di vê destûrê de hebe.

Wê demê divê DEM Partî û Tevgera Kurdan mixatab bên girtin.

Ev hemû tişt egera zindîbûna çareserkirina Pirsa Kurd tîne hişê mirov.

Ji ber vê yekê jî di vê demê de banga çareseriyê tê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst