Li Êlihê 2 kes hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Êlihê kesekî bi çekê hevjîna xwe û zilamê ku tê îdiakirin têkiliya wî bi wê re heye kuştin.

Bûyer doh bi şev li Taxa Kuyubaşiyê ya Êlihê qewimî.

Li gorî zanyariyan kesê bi navê R.B. bi hevjîna xwe Esra Yilmaz (25) û Rukmetîn Ozdemîrê (25) ku tê îdiakirin têkiliya wî bi wê re hebûye re pev çû.

Piştre R.B. gule li Esra Yilmaz û Rukmetîn Ozdemîr reşandin.

Esra Yilmaz û Rukmetîn Ozdemîr li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyên Esra Yilmaz û Rukmetîn Ozdemîr birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

R.B.yê ku ji cihê bûyerê reviya ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.