Pêşmergeyekî ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hevalekî xwe ve hat kuştin

17-03-2024
RÛDAW
Pêşmergeyekî ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hevalekî xwe ve hat kuştin
Pêşmergeyekî ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hevalekî xwe ve hat kuştin
Nîşan Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşmergeyekî Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêzê ji aliyê hevalekî xwe ve hat kuştin.

Çavkaniyekê ji nava Komeleyê ji Rûdawê re ragihand ku piştî kutşina wî Pêşmergeyî kujer reviyaye.

Li gorî heman çavkaniyê, navê wî Pêşmergeyî Şueyb Zariî ye û navê kujer jî Serkewt e û xelkê Ciwanroya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyariyan, êvarî Şueyb ji bo ku hev bibînin bi telefonê bi Serkewt re diaxive û di beşa jor a kampê ku kaniya Ava Zirgiwêzê lê ye hev dîtine û li wir ev tawan bi demançeyeke bêdeng hatiye encamdan.

Li gorî heman çavkaniyê, piştî kuştina wî Pêşmergeyî, kujer reviyaye û ji cihê buyerê dûr ketiye û dibêje ew kes beriya niha Pêşmergeyekî Komeleyê bû lê ji aliyê komîteya ewlehiyê ve derbasbûna wî ya nava kampê û baregehên partiyê hatibû qedexekirin.

Piştî rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de, Kampa Zirgiwêzê yê li Silêmaniyê hat valakirin û tenê çend Pêşmerge ji bo nobedariyê mane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst