ŞINGAL – Cihê şînê bû warê evînê

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê Peymangeha Mîrzo Muzîkê ve Hefteya Çand û Hunerê hat lidarxistin.

Çand û muzîka Şingalê gelekî dewlemend e.

Peymangeha Mîrzo Muzîkê heftiyeke hunerî li dar xist.

Heftiya Çand û Hunerê 11 vê mehê dest pê kir û îro bi dawî hat.

Li Şingalê di wê hefteyê de her roj çalakiyên hunerî, stran, çîrok, sînema, pêşangeha pirtûkan û xwendina helbestên Kurdî hatin pêşkêşkirin.

Berpirsê Peymangeha Mîrzo Muzîkê Fehdê Herbo beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa çalakiyên Hefteya Çand û Hunerê kir.

“Hefteyeke ji huner, kêfxweşî û evînê tejî bû”

Fehed Herbo diyar kir ku her roj çalakiyên hunerî li dar xistin û got:

“Hefteyeke ji huner, kêfxweşî û evînê tejî bû. Ji muzîk bigire heta sînema, karên dest û gelek cureyên din ên hunerî hatin nîşandan.

Jixwe tê zanîn Şingalî di vî warî de gelekî jêhatî ne.

Nêzîkî 11 çalakiyên cuda cuda me li cihên cuda yên Şingalê li dar xistin.”

Çalakî bi alîkarî û serperiştiya Ganî Mîrzo hatin lidarxistin

Fehed Herbo da zanîn ku ew çalakî bi alîkarî û serperiştiya hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Ganî Mîrzo hatin lidarxistin û got:

“Wekî Peymangeha Mîrzo Muzîkê me sala 2019an dest bi kursên akademîk ên muzîkê kir.

Paşê ji beşdariyên kursê grûpeke muzîkê hat avakirin. Endamên vê komê bûnê xwebexş û evînê vê muzîk û kulturê.”

Fehdê Herbo got ku ew dixwazin piştevaniya wan bê kirin ku Hefteya Çand û Hunerê li Şingalê bikin hefteyeke salane.