Newroza Wanê li bin siya alayên Kurdistanê hat pîrozkirin

17-03-2024
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Newroza Wanê bi rengê Kurd û Kurdistanê bû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Newroza Wanê bi rengê Kurd û Kurdistanê bû / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Newroz Wan Alaya Kurdistanê
A+ A-

Wan (Rûdaw) – Bajarê Serhedê yê Wanê bi behr û keleha xwe ji bo siyaseta Bakurê Kurdistanê yek ji bajarên herî sereke ye.

Wanê Newroz bi coş û qerebalixeke dêwendam pîroz kir.

Kelecana hilbijartinan û germahiya heyî wiha kir ku Newroz ji salên çûyî cûdatir û di rengê referandûmê de derbas bibe.

Hevseroka DEM Partiyê, namzedên şaredariyan û parlementer bi cilûbergên neteweyî li qadêbûn û di ber siya alayên Kurdistanê de govenda jin û zarok kal û ciwanan bû.

Piştî çendîn salên di bin zext û guvaşên dewletê de, piştî qedexekirina her cor çalakî û demeke di bin bêdengiyê de îro li Wanê coş û şoxûşeng bû.

Alaya rengîn li ba bû û bi deh hezaran Kurd li kêleka Keleha Wanê govend û dîlan gerandin.

“Hewcedariya gelê me aştî û azadî ye”

Namzedê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan got:

“Çawa ku Kawayê Hesinkar li hemberî zilmê serê xwe hilda û gelê xwe azad kir, îro gelê Kurd jî aşitiyê dixwaze.

Gelê Kurd ji bo jiyaneke wekhev û birûmet li her derê qadên Newrozê tiji dike.

Hêviya me jî ew e ku aştî dest pê bike ji ber ku hewcedariya gelê me jî aşitî, azadî û jiyeneke birûmet e.”

Salên dirêj ên di jêr rapêçkirina qeyûm û têkbirina hemû destkeftiyan de ber bi dawiyê ve diçin û germûgurahiya hilbijartinan ji meydana Newrozê ve bi sûrên kelehê ve hil dibe.

“Ev Newroz dê bibe bersiva destkeftiyan”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî got:

“Îro li Serhedê, li hemû bajarên Kurdistanê di roja mizgîniya biharê û Newrozê de li ba gelê me kelecaneke mezin heye ku ev Newroz bibe wesileya deskeftiyên Kurd û Kurdistanê.

Îro li ser axa Kurdistanê zilm û zorderiyeke dorpêçkirî heye û gelê Kurd di ferqa vê yekê de ye.

Lê gelê Kurd dê îro bi bihêzbûna xwe, bawerî, tevlîbûn û netewbûna dê bersiva xwe nîşan bide.”

Li gorî salên çûyî bergiriyên ewlehiyê û helwesta tund cihê xwe ji hewayeke nermtir û aramî re terxan kir.

Newroz bi rengê Kurd û Kurdistanê bû

Encama vê bûye reng û dengekî bêhtir Kurd û Kurdistanî, bûye xeml û ahengeke neteweyî, bûye bihar û Newroz û diherike.

Parlementera DEM Partiyê Gulcîhan Kaçmaz Sayyigitê jî got:

“Em dibêjin bila pirsgirêka sereke ya gelê Kurd bê çareserkirin û ew çareserî jî bila bi awayî demokratîk be.

Ev vê xebatê dimeşînin û îro li vê qadê jî ew deng bilind dibe.”

Li gel hewaya rengsare jî beşdarên Newrozê mezintir bû ji qadê.

Bi axaftinên ku mizgîniya serkeftinê gihand xelkê Newroz di rengê xwe de bi govend û kelecaneke gelekî mezin hat pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst