Li Rihayê pevçûna muxtariyê: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Heranê ya Rihayê, ji ber hilbijartinên mixtariyê di navbera du malbatan de pevçûn derket.

Di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes jî hatin birîndarkirin û birînên wan xedar in.

Li gundê Şeybenê yê Heranê, îro ji ber hilbijartinên muxtariyê di navbera malbatên du rikeberan de nîqaş derket.

Nîqaş vegeriya pevçûnê û her du aliyan êrişî mal û otomobîlên hev kir.

Di encama pevçûnê de kesek hat kuştin û 2 kes bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendursitiyê û hêzên ewlehiyê çûn wî gundî.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê.

Ji bo bûyer zêdetir mezin nebe hêzên ewlehiyê li gund tedbîr wergirtin.