Serokwezîrê Îraqê spasiya Rûdawê kir

17-03-2024
Nîşan Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Tora Medyayî ya Rûdawê Bestoon Talk Spasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir.

Serokê Dezgeha Bicihanîna Komisyona Medya û Ragihandinê ya Îraqê Dr. Elî Husên amaje bi peyama Serokwezîrê Îraqê ya 25ê Kanûna Paşîna 2024an a bi hejmara 3051/2402795an da û nameyeke spasiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di vê nameya xwe de spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê û Bêstûn Usman dike.

Spasiya Sûdanî li ser bingeha lêkolîna lêkolera Komisyona Ragihandinê Zeyneb Celîlê ya bi navê “Denvedana Hevpeyvînên Endezyar Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî yên ji 14ê Kanûna Pêşina 2023yan heta 21ê Kanûna Pêşina 2023yan” hatiye pêşkêşkirin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî Kanûna Pêşîna 2023yan li Zanîngeha Bexdayê bû mêvanê bernameya Bestoon Talkê ya Rûdawê.

Mihemed Şiya Sûdanî pirsên Bêstûn Usman û xwendekarên zanîngehê bersivandin.

Bername 14ê heman mehê hatibû weşandin û deng vedabû.

Di nameya spasiyê de îfadeya “Serweriya hiqûqê di birêverina dewletê de pîvana sereke ye” cih digire.

Komisyona Medya û Ragihandinê ya Îraqê di nameya xwe de got:

“Em spasiya xwe pêşkêşî kanala we û pêşkêşkarê we Bêstûn Usman dikin.

Em di xizmeda medyaya niştimanî de ji we re serkeftin û pêşketinê dixwazin.”

Bestoon Talk

Bestoon Talk bernameya Tora Medyayî ya Rûdawê ye û ji aliyê Bêstûn Usman ve tê pêşkêşkirin.

Bestoon Talkê Gulana 2023yan dest pê kir û heta niha gelek kesên navdar mêvanên bernameyê ku hinek ji wan Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Nûnera UNAMIyê ya Îraqê Jeanine Plasschaert bûn.

Bername dixwaze dengên ciwanan bigihîne xelkê û di navbera ciwanan û rayedarên Herêma Kurdistanê de bibe pirek.

Bername platformeke azad e û ciwan bêyî ku ti kontol li ser wan hebe pirsên xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst